HPC: Li dijî dagirkeriyê em amade ne biçin Efrînê
Endamên HPC'ê gotin, "Ji bo berxwedana li dijî dagirkeriyê, em amade ne biçin Efrînê."
Endamên HPC'ê gotin, "Ji bo berxwedana li dijî dagirkeriyê, em amade ne biçin Efrînê."
Endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên Qamişloyê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê meşiyan.
Endamên HPC'ê gotin, "Ji bo berxwedana li dijî dagirkeriyê, em amade ne biçin Efrînê" û destnîşan kirin ku mîna têkçûna DAÎŞ'ê ya li Kobanê wê Erdogan jî li Efrînê têk biçe.
Endamên HPC'ê bi qîrîna dirûşmên "Berxwedana Efrînê berxwedana civaka rêxistinbûyî ye", "HPC bi Berxwedana Serdemê re ye" meşiyan.
Bi hezaran endamên HPC'ê yên herêma Qamişloyê tevî çekên xwe li ber navenda HPC'ê ya Girkê Legê li hev civiyan û heta qada bazara navendî meşiyan.
Endamê Rêveberiya HPC'ê Eymeha Mihemed li vir daxuyaniye da çapemeniyê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir. Mihemed got, êrîş li dijî hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê û nirxên mirovahiyê tê kirin.
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku mîna têkçûna DAÎŞ'ê ya li Kobanê, faşîzma Erdogan jî wê li Efrînê têk biçe û hat gotin, "Ji bo parastina Bakurê Sûriyeyê ji dagirkeriya dewleta Tirk, em amade ne biçin Efrînê."
Çalakî bi qîrîna dirûşmên ji bo Berxwedana Serdemê qediya.