Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê ku 10 roj li pey xwe hiştin, nirxand. Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze DAÎŞ'ê ji nû ve zindî bike.
Aldar Xelîl destnîşan kir ku duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê li gel teknolojiya herî pêşketî ev 10 roj in nikare ji gundekî derbas bibe û diyar kir, ev yek nîşan dide ku li Efrînê berxwedaneke dîrokî heye û şensê serketinê yê dewleta Tirk nîne.
Xelîl da xuyakirin ku van çend rojên dawî wan ew bi gelek hêzên navneteweyî re rûniştin û got, "Name hatin şandin, diyalog hate kirin. Hem jî vî karê Erdogan weke kiryareke li dijî mriovahiyê dibînin û dibêjin ku ev yek zerarê dide planên li Sûriyeyê. Destnîşan dikin ku rê li ber jinûve zindîbûna DAÎŞ'ê vedike. Di nirxandinê de van dibêjin, lê belê di pratîkê de biryareke zelal nikarin bigirin."
JI DAÎŞ A ERDOGAN DITIRSIN
Xelîl ji bo sedema vê yekê jî ev nirxandin kir:
* Kes naxwaze bi Tirkan re bibe dijmin, ji ber ku dizanin; eger dewleta Tirk bixwaze zerarê bide vê yekê gelek rê û rêbazên cuda dikare bike. DAÎŞ bi perspektîfa Erdogan tevdigere. Ji bo Erdogan fermana êrîşê neke, naxwazin bên hemberî hev. Îngilîstanê carekê mesajek da. Piştî ku Erdogan bersiv da, DAÎŞ kete nava liv û tevgerê û li Londonê çend êrîş kir. Li pêşberî helwesteke biçûk a Fransayê, Parîs bû hedefa DAÎŞ'ê. li Elmanyayê li ser koçberan rojev çêbû, dewleta Tirk gef xwar. Erdogan vê yekê û qertên mîna vê yên di destê xwe de li dijî van hêzan bi kar tîne.
* Di navbera van dewletan û Tirkiyeyê de têkiliyeke xurt a bazirganiyê/aborî heye. Hemû jîj i ber berjewendiyên xwe yên aborî bêdeng in.
HEMÛ ENDAMÊ NATO'YÊ NE
* Dewletên navborî jî, Tirkiye jî endamê NATO'yê ne. Endamên NATO'yê şerekî li dijî dewleteke endam bi hêsanî nadin ber çavên xwe. Çekên ku Tirkiye bi kar tîne ji xwe çekên NATO'yê ne. Bi taybetî çekên Elmanyayê li dijî sivîlan bi kar tîne. Elmanya ketiye pozîsyoneke welê ku nizane çi bike. Ji aliyekî ve berevajî şertên peymana firotina çekan, çekên wan li dijî mirovên sivîl tên bikaranîn. Li aliyê din her du jî di nava NATO'yê de cih digirin. Ev yek bi tena serê xwe nakokiyeke mezin e.
* Erdogan bi rêya penaberan gefê li Ewropayê dixwe. Dibêje, 'Eger hûn li gorî min tevnegerin, ez ê berê 3 milyon penaberên di destê min de ne bidim Ewropayê. Ez ê bikim ku li serê we bibin bela'. Di nava van penaberan de bêguman wê DAÎŞ'ê jî hebin.
Ji ber ku dewlet hesabê van hemûyan dikin, bi hay ji xwe heyî tevdigerin. Berxwedana heyî bûye hêviya van hemû hêzan. Li benda encama vê berxwedanê ne."
LIHEVKIRINA RÛS-TIRKAN SOÇÎ TÊK BIR
Di dewama axaftina xwe de Aldar Xelîl anî ziman ku ji aliyê ferasetê ve ew timî alîgirên çareseriyeke siyasî ne û li ku gavek di vî warî de were avêtin, dixwazin xurtir bikin. Xelîl bi bîr xist ku ew bi erênî nêzî Soçiyê dibin û got, "Lê belê Rûsan ji bo berjewendiyên xwe bi Tirkan re li hev kirin ku hin komên cuda tevlî Soçî bibin. Vê yekê plana Soçî serûbin kir. Encameke ku dihate plankirin û texmînkirin êdî ji Soçiyê nikare derkeve. Wê weke hewldaneke şeklî bimîne.
Di rewşekê de ku balafirên şer bombeyan li herêma me ya herî aram, herî aştiyane dibarîne, gelo wê çawa hevdîtinên ji bo aştiyê werin kirin? Di nava van şert û mercan de ne rast bû ku em tevlî karekî mîna Soçiyê bibin. Ji xwe encam jî jê dernediket. Li ser rêveçûna Soçiyê di nava xwe de planek amade kirine. Çawa ku Cenevre û civînên din mehkûmî têkçûnê bûn, aqûbeta Soçî jî wê bi heman rengî be. Zemîna ku li ser astengkirina tevlîbûna me hate avakirin, bêencammana Soçiyê bi xwe re anî."
RÛSYA JÎ WÊ YA HÊVÎ DIKE NIKARIBE BI DEST BIXE
Aldar Xelîl diyar kir ku Rûsya ya rê li ber êrîşa li ser Efrînê vekir, bi dewleta Tirk re bi awayekî vekirî tifaq kiriye, lê belê dewleta Tirk Rûsya jî xapandiye û got, "Dema ku li ser Efrînê tifaq kirin, ev armanc danîbûn ber xwe; Erdogan wê ji bo serketina Soçiyê bibe alîkar, wê bike ku komên mûxalîf tevlî civînê bibin. Lê Erdogan piştî destpêkirina êrîşên li ser Efrînê ti ji sozên xwe bi cih neanî. Ev rewş wê di navbera Tirkiye û Rûsyayê de veguhere pirsgirêkekê."
Xelîl got, "Ji bo me ya girîng, liv û tevgera Rûsya, Amerîka û hêzên din nîne" û destnîşan kir ku wan hêviya xwe bi van hêzan ve girê nedane. Xelîl got, "Ji roja destpêkê ve me hêza gel esas girtin. Em bi vê hêzê li ber xwe didin û bi ser dikevin. Em çawa ku li herêmên din ên Bakurê Sûriyeyê bi ser ketin, li Efrînê jî em ê bi ser bikevin."
JI BO BÊ KURD BIHÊLE SÛC DIKE
Aldar Xelîl bi bîr xist ku bi balafirên şer û çekê giran bombe li cih û warên sivîlan tên barandin, bi vî rengî hewl didin Kurdan ji cih û warên wan derxînin û çeteyên xwe li Efrînê bi cih bikin. Xelîl got, "Hewl didin demografiya herêmê biguherînin. Bi bombekirina qadên sivîlan re ji wan heye ku dikarin zû encamê bi dest bikin. Qanûnên şer bin pê dikin, sûcê şer dikin. Bombeyan li gund, bajar, nexweşxane, dibistan, jin û zarokan dibarînin."
HEWL DIDE DAÎŞ'Ê JI NÛ VE ZINDÎ BIKE
Xelîl destnîşan kir ku hemû çeteyên Erdogan bi rêya wan êrîşî Efrînê dikin çeteyên DAÎŞ'ê ne û anî ziman ku tenê reng û şeklê wan hatiye guhertin. Xelîl got, "DAÎŞ a ku li Reqa, Dêra Zor û herêmên din hatiye têk birin, dixwaze bi nasnameyeke cuda li Efrînê ji nû ve zindî bike."
Xelîl diyar kir ku bi taybetî çalakiya Şehîd Avesta Xabûr ev mesaj daye mirovahiyê û hêzên azadîxwaz: "Em li vir in û li ber xwe didin. Em bi vîna xwe ya azad têdikoşin."
Aldar Xelîl got, "Êrîş 10 roj li pey xwe hişt, lê hê jî li ser sînorê Efrînê ne. Car carna ji sînor topan diavêjin gundan. Lê belê duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê tevî teknolojiya herî pêşketî ya di destê xwe de ev 10 roj in nikare ji gundekî derbas bibe. Ev yek nîşan dide ku li Efrînê berxwedaneke dîrokî heye û şensê serketinê yê dewleta Tirk nîne."