Di roja 11’an a êrîşên dagirker de, bûyerên ku rû dane

Di roja 11’an a êrîşên dagirker De, şervanên ‘Berxwedana Serdemê’ rê nadin faşîzmê.

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Efrînê di roja 11’an de bi bomberdûmanên hewayî û bejahî didome. Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê dîtin ku li hemberî berxwedana hêzên QSD’ê nikarin bi pêş ve biçin, bi bomberdûmanê kesên sîvîl qetil dikin.

Erdogan û çeteyên wî  li Efrînê Elewiyên ku ji terteleya Dersimê rizgar bûne, Ermenên ku ji qirkirina sala 1915’an rizgar bûne û mexdûrên şer ên li kampên penaberan qir kir.

Artêşa Tirk tevî çeteyên ji Îdlîb, Hatay, Mêrsîn, Kilîs û Enqereyê re, wekî DAÎŞ’ê êrîşî berhemên dîrokî yên li herêma Efrînê jî dikin. Heta niha Tirbeya Nebî Hûrî ya li Şêra, Camiya Selahattîn Eyyûbî ya Cindirêsê bûye hedefa bomberdûmana dewleta Tirk û çeteyên wê.

Şervanên ‘Berxwedana Serdemê’ di roja 11’an de rê nade faşîzma dewleta Tirk û çeteyên wê. Şervanên QSD’ê bi rojan e li Cindirêsê, Mabata, Şera, Şerava, Raco û Bilbilê berxwedaneke dîrokî dikin û derbên giran li koalîasyona AKP û El Kaîdeyê dixînin.

Di roja 11’an a berxwedanê de, ev bûyer rû dane:

ŞIYE

Li gundê Xelîl ê Şiyê ya bi ser Efrînê di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk şerên giran pêk tê. Herêm ji aliyê balefirên şer ve tê bomberdûmankirin.

RACO

Li gundê Mamela yê Racoyê şerekî giran heye û li ser gund balefirên şer û yên keşfê digerin.

Hatibû ragihandin ku balefirên şer ên Tirkiyeyê duh şev Raco bomberdûman kiribû.

BILBILÊ

Dora navçeya Bilbilê duh şev ji aliyê balefirên şer ve hate bomberdûmankirin.

ŞERA

Hat ragihandin ku gundê Dersane yê Şera û derdora gund bûne hedefa balefirên şer ên Tirkiyeyê.

Hat ragihandin ku şervanên QSD’ê bersiv dan êrîşan û li gelek cihan şer dest pê kiriye.

CINDIRÊSÊ

Di navbera artêşa Tirk a dagirker û şervanên QSD’ê de li gundê Hemamê şerekî giran heye.

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bi şev daxuyanî da û diyar kir ku êrîşên dijmin ên li ser gundê Hemamê hatine şikandine û gund ketiye bin kontrola şervanên QSD’ê.

ENDAMA NAVENDA ÇAPEMENIYÊ YA YPJ’Ê ŞEHÎD BÛ

Endama Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Jinê Avrîn Mahsûm, dema şerê li navçeya Raco ya Efrînê dişopand, şehîd bû.

Avrîn Mahsûm bi kameraya xwe êrîşên li ser Efrînê û berxwedana Efrînê tomar dikir. Mahsûm di 27’ê Çileyê de li Racoyê dema ku şer dişopand, şehîd bûye.

Endama Navenda Çapemeniyê ya YPJ’ê Aras Mahsûm jî dema ku berxwedana li Efrînê dişopand, bi giranî birîndar bûbû. Rewşa Aras Mahsûm hê krîtîk e.

FERMANDARIYA GIŞTÎ YA YPG’Ê DAXUYANÎ DA

Fermandariya Giştî ya YPG'ê li ser şehadeta Avesta Xabûr daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Efrîn wê heta serketinê li ber xwe bide. Avesta Xabûr wê navê vê berxwedanê be."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Efrînê meşaleya berxwedanê ji Kobanê girtiye û bi xwîna 'şehîdên leheng' ronî bûye. Di daxuyaniya YPG'ê de hat gotin, "Bi xwîna şehîdan li dijî dagirker û terorîstan destanên lehengiyê tên nivîsandin. Îro dîsa gelek leheng li ser erdê Efrînê bi fedakariyê ber bi ezmanê azadiyê ve çûn. Di Berxwedana Serdemê de ku hetiye hefteya duyemîn, li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê berxwedaneke bi lehengî tê dayin."

ALDAR XELÎL: HÊVIYA DEWLETAN JÎ BERXWEDAN E

Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê ku 10 roj li pey xwe hiştin, nirxand. Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze DAÎŞ'ê ji nû ve zindî bike.

Aldar Xelîl destnîşan kir ku duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê li gel teknolojiya herî pêşketî ev 10 roj in nikare ji gundekî derbas bibe û diyar kir, ev yek nîşan dide ku li Efrînê berxwedaneke dîrokî heye û şensê serketinê yê dewleta Tirk nîne.