Artêşa Tirk a dagirker li Racoyê welatiyê 60 salî birîndar kir
Artêşa Tirk a dagirker gundê Hec Xelîl yê navçeya Racoyê bombebaran kir. Di bombebaranê de Şukrî Cehîka yê 60 salî bi giranî birîndar bû.
Artêşa Tirk a dagirker gundê Hec Xelîl yê navçeya Racoyê bombebaran kir. Di bombebaranê de Şukrî Cehîka yê 60 salî bi giranî birîndar bû.
Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê êrîşên li dijî jîngehên sivîlan didomîne. Dewleta Tirk li gundê Hec Xelîl yê navçeya Racoyê topbaran kir.
Yek ji topên dewleta Tirk a dagirker li mala Şukrî Cehîka yê 60 salî ket û Şukrî Cehîka bi giranî birîndar bû.
Şukrî Cehîka rakirin nexweşxaneya Avrînê.