Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen: Nebin hevkarê bêhiqûqiya Tirkiyeyê
Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen nerazîbûn nîşanî binçavkirina siyasetmedarê Kurd Salih Muslum da û diyar kir ku binçavkirina Muslum bêhiqûqî ye.
Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen nerazîbûn nîşanî binçavkirina siyasetmedarê Kurd Salih Muslum da û diyar kir ku binçavkirina Muslum bêhiqûqî ye.
Berpirsyarê Têkîliyên Derve yê TEV-DEM’ê, Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim bi daxwaza dewleta Tirk li paytexta Çek ya Pragê hate binçavkirin. Derbarê vê kiryarê de Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Şahoz Hesen diyar kir ku binçavkirina Salih Muslim bi daxwaza dewleta Tirk a dagirker pêk hatiye. Hesen ev binçavkirin şermezar kir wiha axivî, ″Binçavkirina Salih Muslim helwestek û gaveke ne huqûqî ye. Salih Muslim di pêvajoya şoreşa Rojava-Bakurê Suriyê de xebatên siyasî û dîplomatîk didan meşandin. Dewleta Tirk a dagirker û alîgirên wê bi hemû rêbazan dixwazin gel bifetisînin. Salih Muslim hemwaletiyê Rojavayê Kurdistanê ye, bi kesayeta xwe ya siyasî tê naskirin. Ji ber vê yekê ev binçavkirin kiryareke ne hiqûqî ye. Dewleta Tirk siyasetên qirkirinê li dijî gelê Rojava-Bakurê Sûriyê dide meşandin.″
‘BERPIRSÊ VÊ BINÇAVKIRINÊ DEWLETA ÇEK E’
Hesen di dirêjiya axaftina xwe de wiha got, ″Salih Muslim di gelek civîn û nîqaşên li ser Rojhilata Navîn têne lidarxistin de amade bûye. Kesayeke ewqas tê naskirin bi çi rengî û huqûqî tê binçavkirin? Ev cihê pirs û gumanê ye. Dewleta Çek li hember parastin û tenduristiya Salih Muslim berpirsyar e. Divê gelê me ye Çek û Ewrûpayê li hember binçavkirina Muslim xwedî helwest be.″
‘BINÇAVKIRINA MUSLIM DEREXLAQÎ YE’
Hesen anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker piştgiriya komên çete dike û dixwaze bi saya wan Efrînê dagir bike. Hesen wiha domand, ″Dewleta Tirk dixwaze bi zordariya li ser gelê me bigihêje armancên xwe. Di fikir û hişmendiya dewleta Tirk de cihê Kurdan û kesên demokrasîxwaz tune ye û dewletên derve ji xwe re dike şirîk. Binçavkirina Muslim nêzîkatiyeke ne exlaqî, ne jî mirovî ye. Bi vê kiryarê dewleta Çek jî dibe şirîkê dewleta Tirk.″
Şahoz Hesen da zanîn ku divê bi lez gav bên avêtin û wiha axivî, ″Pêwîst e hemû dewlet piştgiriyê bidin berxwedana Efrînê ya li hember hovîtiya DAIŞ, El-Nusra û Dewleta Tirk tê kirin û divê kesayetên siyasetmedar binçav nekin. Divê Salih Mislim demildest were berdan.″