Cenazeyê şervanê YPG’ê Hemûd Tirbespiyê hate veşartin

Welatiyên Tirbespiyê cenazeyê şervanê YPG’ê Hemûd Xelef bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur veşartin.

Gelê navçeya Tirbespiyê cenazeyê şervanê YPG‘ê Hemûd Xelef (Hemûd Tirbespiyê) yê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, ji nexweşxaneyê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dilşêr ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanan ve hate lidarxistin. Piştre ji fermandarên YPG‘ê Şêx Tirbespiyê, Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdaa a navçeya Tirbespiyê Mihemed Zekî Îbrahîm axivîn .

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd Hemûd re xwestin û qala rola şehîdan a di rizgarkirina welat de kirin.

Piştî axaftinan, wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Şervanan darbesta şehîd Hemûd li ser milan kirin û bi dirûşmeyan li goristanê spartin axê.