Artêşa Tirk li Cindirêsê komkujî kir: 5 sivîl hatin kuştin
Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer bombe li gundê Yelanqozê yê navçeya Cindirêsê barand. Di vê komkujiyê de 5 sivîl hatin kuştin.
Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer bombe li gundê Yelanqozê yê navçeya Cindirêsê barand. Di vê komkujiyê de 5 sivîl hatin kuştin.
Êrîşên dagirkeriyê û terora dewleta Tirk a li Efrînê di roja 38'an de ne. Artêşa Tirk a dagirker bi taybetî êrîşî cih û warê sivîlan dike. Îro jî gundê Yelanqoz ê navçeya Cindirêsê bû hedefa êrîşên dagirkeran.
Li gorî agahiyên hatin wergirtin, ji ber bomberdûmana bi balafirên şer ên Tirk hate kirin 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Tîmên Heyva Sor a Kurd cenazeyên 5 sivîlan ji binê xirbeyan derxistin.
Nasnameya sivîlan hê zelal nebûye.