Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Memo hate veşartin

Bi sedan welatiyên Dirbesiyê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Şêxmûs Şêxo (Memo) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Dirbesiyê ya Kantona Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Şêxmûs Şêxo bi merasîmekê spart axê.

Gel cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Şêxmûs Şêxo (Memo) ku di Berxwedana Serdemê ya li Efrînê de şehîd bûbû ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbesiyê wergirt û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hate qirtin û ji aliyê şervanên YPG û Hêzên Erka Xweparastinê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê YPG’ê Fermandar Reşîd Umer û li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Dijwar Ehmed axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da. Li  aliyê din Berxwedana Serdemê hate silavkirin û banga xwedîderketina li gelê Efrînê hate kirin.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Di merasîmê de nasnameya şervanê YPG’ê Berxwedan Felamez (Berxwedana Dirbesiyê) jî hate eşkere kirin.

Gel bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ cenazeyê Şehîd Memo li goristanê spart axê