Welatiyên Qamişlo bi meşeke girseyî piştgirî dan Efrînê

Pişt ku ji her derê Bakurê Sûriye û herêmên dinê berê xwe dan Efrînê, welatiyên Qamişlo bi meşeke girseyî piştgirî dan Berxwedana Serdemê.

Bi hezaran welatiyên Qamişlo ji heft salî heta heftê salî ji bo piştgirî bidin Efrînê daketin qadan. Di meşê de Berxwedana Serdemê hate silavkirin û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê jî şermezar kirin.

Meş ji Çerxerêya Sewamê destpê kir û ber bi navenda bajêr ve ketin rê.

Di meşê de li gel hildana alên YPG/YPJ′ê, wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên ”Na ji dagirkirina Efrînê re”, “Her der Efrîn e, her der Berxwewdan e″, ″Êrîşa li ser sivîlan têkçûna terora Erdogan e″ vekirin.

Her wiha di çalakiyê de jî zarokan wêneyên zarokên di êrîşên hov ên artêşa Tirk û çeteyên wê de şehîd bûne jî hildan û dirûşmên “Şehîd Namirin” qîr kirin. Dîsa dayik û welatiyan bi çiqilên zeytûnan berxwedana Efrînê silav kirin. Gel li pêşiya Meclîsa Taxa Enteriyê rawesta.

Li vir ji bo giyanê hemû şehîdên şoreş û Kurdistanê deqeyek rêz hate gitin. Piştre jî li ser navê Desteyaê Rêveberya Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan axivî.

Bi silavkirina Berxwedana Serdemê ya Efrînê Saroxan dest bi axaftinê kir û got: ″Di serî de bejna xwe ji bo hemû şehîdên Kurdistanê û şoreşê ku serkeftinên mezin dayîn avakirin ditewînin û bi rêzdarî bibîr tînin. Em gelê ku di van kêliyan de meşên dîrokî li Navçeya Mabata, gundê meydankê lidar dixin. Em berxwedana gel a li dijî her cûre êrîşa silav dikin

Meş bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Serdemê” û “Bi can bi xwîn, em bi te re ne ey Efrîn” bi dawî bû.