Hêzên Asayîşê nasnameya 3 endamên xwe eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 endamên xwe eşkere kir yên ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn.

Navenda Ragihandinê ya  Hêzên Asayîşa Rojava-Bakurê Sûriyê bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 endamên xwe eşkere kir yên ku di ‘Berxwedana Serdemê’ de şehîd bûbûn. Hêzên Asayîşê sersaxî ji gelê Kurd û malbatên şehîdan re xwest.

Daxuyanî wiha ye:

″Di ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê de 3 endamên me li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Her sê endamên me di roja 24’ê Sibatê de li eniya Şiyê şehîd bûn.

Nasnameyên şehîdan  wiha ye:

Nav û paşnav: Zeynelabidîn Hisên Memalîko

Navê Dayîkê: Fehîme

Cih û Dema Jidayîkbûnê: Emîriye-1/2/1987

Cih û Dema Şşehadetê: Şiyê (eniya gundê Tirindê)-24′ê Sibata 2018′an

***

Nav û paşnav: Îsmaîl Reşîd Bakîr

Navê Dayîkê: Zeyneb

Cih û Demê Jidayîkbûnê: Mezra Silo-20/12/1973

Cih û Dema Şehadetê: Şiyê (eniya gundê Tirindê)-24′ Sibata 2018′an

***

Nav û paşnav: Şiyar Ebdulrehman Horo

Navê Dayîkê: Hebîba

Cih û Dema Jidayîkbûnê: Meydan Ikbis-19/10/1990

Cih û Dema Şehadetê: Şiyê (eniya gundê Tirindê)24′ê Sibata 2018′an.