PYD’ê binçavkirina Salih Muslim şermezar kir, banga çalakiyan kir

Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihand ku binçavkirina Salih Muslim li dijî exlaq e û dewleta Çekê şermezar kir. PYD’ê banga çalakiyan li gelê Kurd û dostên wan kir.

Têkildarî binçavkirina Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yê berê Salih Muslim ji aliyê dewleta Çek ve, Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek weşand û bang li dewleta Çekê kir ku Muslim berdin û lêborîn ji gelê Kurd bixwazin.

 Daxuyaniya PYD’ê wiha ye:

“Piştî ku îradeya azad a gelên Bakurê Sûriyeyê û bi taybet li Efrînê, dewleta Tirk têk bir, dewleta Tirk û rêjîma wê ya faşîzmê serî li rêbazên qirêj dide.

Birêz Salih Muslim xwedî kesayetekî dîplomasî ye û karibû di van salên borî de yên temenê şoreşa Sûriyeyê û bi taybet şerê li dijî terora DAIŞ’ê bi roleke mezin rabû û di hemû qadên navnetewî de kiryarên terorê ji raya giştî re eşkere kir.

Birêz Salih Muslim di dema hevserokatiya xwe ya PYD’ê de bi roleke balkêş di pêşkêşkirina çareseriya siyasî li Sûriyeyê de rabû û projeya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê pêşkêş kir da ku bibe nimûneya Sûriyeke demokratîk û tê de hemû welatî li gorî pîvanên navnetewî azad û bi rûmet bijîn. Muslim hemwelatiyekî Sûriyeyê ye û niha bi awayekî fermî serdana Ewropayê dike û hewl dide dengê şoreşa Sûriyeyê bilind bike û hevkariyeke mezintir li dijî terora li Sûriyeyê û Rojhilat Navîn werbigire. Di encamê de da ku parastina giştî cîhanê ji terorê bike. Ev terora ku bi saya alîkarên terorê û di serî de hikûmeta AKP’ê ku bi ser gelê me de hatiye.

Hikûmeta AKP’ê niha tola xwe ji hemû aliyên ku şerê terora DAIŞ’ê kirine hiltîne û di vê çarçoveyê de fermana girtina kesayetên ji derveyî hemwelatiyên Tirkiyeyê di bin hincetên cûda de daye û di serî de birêz Salih Muslim ku bê hinceteke qanûnî ji aliyê hikûmeta Çekê ve hatiye binçavkirin.

Em weke Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) van kiryarên derexlaqî û derqanûnî yên dewleta Çekê şermezar dikin, ku diviyabû dewleta Çekê bibûya berê hemû azadîxwaz û kesayetên banga demokrasiyê dikin û bi rola xwe ya li dijî belavbûna terorê rabe ku dewleta Tirk hewl dide li Ewropayê belav bike. Em bang li dewleta Çekê dikin ku birêz Salih Muslim tavilê serbest berde û ji ber kiryara xwe ya derqanûnî û derexlaqî lêborîna xwe bixwaze.

Em bang li gelê Kurdistanê yê li Ewropayê û gelên dost dikin ku van kiryaran bi rêbazên demokratîk şermezar bikin û bi erka xwe ya mirovahî û exlaqî rabin.”