QSD: 55 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 24 seatên dawî eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku di roja 38’an a ‘Berxwedana Serdemê’ de 55 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 24 seatên dawî eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku di roja 38’an a ‘Berxwedana Serdemê’ de 55 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyanyeke nivîskî bîlançoya roja 38’an a ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku tevî biryara agirbestê ya li Sûriyeyê artêşa Tirk a dagirker êrîşên dagirkeiryê bi ser Efrînê zêdetir kiriye. QSD’ê got di 24 seatên dawî de 55 leşker û çeteyên Tirk hate kuştin.
Daxuyaniya QSD’ê wiha ye;
“Tevî biryara Konseya Ewlehiyê ya navnetewî ya ku banga agirbesta li Sûriyeyê dike, dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê hovîtiya xwe li dijî gelê me yê Efrînê berdewam dikin û îradeya navnetewî binpê dikin. Hêzên me jî neçar man bersiva êrîşên dagirkeran bikin û parastina xwe bikin.
RACO
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û komên çete li eniyên Raco êrîş pêk anîn. Êrîşa wan ji aliyê leşkerên Yekîneyên Gelêrî yên artêşa Sûriyeyê ve hatin bersivdayîn û di encamê de şer di navbera hêzên me û dagirkeran de derket. Di heman demê de balefirên şer herêmên şer bombebaran kir û di encamê de 2 leşkerên Yekîneyên Parastina Gelêrî şehîd bûn û 3 leşker jî birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Hec Xelîl bi çekên giran topbaran kir û di encamê de zirarekî mezin gihişt mal û mulkên sivîlan. Hinek welatî jî birîndar bûn.
Artêşa Tirk û çeteyên wê xwestin bikevin gundê Mûskê, lê hêzên me bersiv da û di encamê de şer derket û 2 wesayîtên leşkerî hate rûxandin û çeteyên di nava wesayîtê de hatin kuştin. Çeteyên din jî neçar man birevin.
Li aliyê gundê Gewanda artêşa Tirk a dagirker û komên çete xwestin di saetên sibê de êrîş bikin lê şervanên me berxwedanekî mezin nîşanda û di encamê de şer derket. Şer heta van kêliyan jî didome.
CINDIRÊSÊ
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li aliyê gundê Hecîler êrîşek pêk anîn. Şervanên me bersiv da êrîşa çeteyan û di encamê de 8 çete û leşkerên Tirk hatin kuştin.
Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker şevê din seat 01:00’an de êrîşî navenda Cindirêsê kir.
Leşkerên Tirk û komên çete ji aliyê gundê Baflûrê êrîş kirin. Êrîşa wan ji aliyê şervanên me ve hate bersivdayîn û di encamê de şer derket û windahiyên çeteyan çêbûn.
Balefirnê şer ên artêşa Tirk a dagirker vê sibê êrîşî gundê Yalanqozê kirin û komkujiyek din li dijî sivîlan pêk anîn. Heyva Sor a Kurd heta dema amadekirina vê raporê hewl dide cenazeyan ji bin bermahiyên hilweşandî derbixîne.
ŞIYÊ
Helîkopterên artêşa Tirkiyeyê gundên Anqelê û Senarê kir hedef û êrîş heta seatên şevê dewam kir.
Li eniya gundên Anqelê û Senarê û heta gundê Qermîtliq leşkerên Tirk û çeteyan êrîş kirin. Şervanên me bersiva êrîşan da û di encamê de şer derket. Şerê li herêmê heya van kêliyan jî didome.
Encamên şer li hemû eniyên şer herî kêm 55 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin û zêdetirî 60 çete jî birîndar bûn.
Şervanên me derbe li 3 tankên dagirkeran da û 6 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin.”