Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê: 192 sivîl hatin kuştin

Meclîsa Tenduritiyê ya Kantona Efrînê ragihand ku di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê de heta niha 192 sivîl hatine kuştin.

Hevseroka Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê Encela Reşo di civîna çapemeniyê ya li Kantona Efrînê de ragihand ku heya niha di encama êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û çeteyên wê de 192 sivîl (di nav de jin û zarok) şehîd bûne.

Di civînê de Hevseroka Meclîsê Encela Reşo diyar kir ku ji 20′ê Sibatê û 25′ê Sibatê de 574 sivîl di nav de 69 zarok, 79 jin û 426 mêr birîndar bûn.

Reşo diyarkir ku ji destpêka êrîşan heta roja 37′an a Berxwedana Serdemê, hatiye tespîtkirin ku 192 sivîl di nav de 28 zarok û 23 jin şehîd bûn.

Reşo di dawiya civînê de got ku Meclîsa Tenduristiyê xebatên ji bo dîtîna cenazyên sivîlên ku li herêmên êrîş pêkhatine û dibin kavilên xaniyan de mane didomine.