Cenazeyê 3 şehîdên 'Bagera Cizîrê' li Qamişlo hate veşartin
Bi hezaran welatiyên Qamişlo cenazeyê 3 şervanên YPG’ê bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê
Bi hezaran welatiyên Qamişlo cenazeyê 3 şervanên YPG’ê bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê
Gel cenazeyê şervanên YPG’ê YPG′ê ‘Silêman Xelef (Devrim Cûdî), Mihemed Xasûm û Mihemed Îbrahîm Hesen ku di 23’ê Sibatê de di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn ji nexweşxaneyê wergirtin û ber bi goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê.
Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û merasîmekî leşkerî hate lidarixsitin. Piştre Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Henîfe Hesen û Fermandarê YPG’ê Şivan Mihemed axivîn.
Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin ku gelên Bakurê Sûriyê têkoşîna li hember zilm û tarîtiya DAIŞ′ê didomînin.
Piştre nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Darbesta şehîdan ji aliyê gel û şervanan ve li ser milan hatin kirin û bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ li goristanê hate veşartin.