Li Mabata bi hezaran kesî peyam da

Li navçeya Mabata ya Efrînê, di bin êrîş û bomberdûmanê artêşa Tirk de hatin ba hev, heta dawî peyama berxwedanê da. Hevseroka TEV-DEM’ê Asya Abdullah ku axivî û got: “Heta çeteyek mabe li Efrînê wê berxwedan bidome."

Bi hezaran kesên ji bo piştgiriyê bide Berxwedana Serdemê ya ji Cirîz, Firat û Şengalê li navçeya Mabata ya Efrînê kom bûn, li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk meşiyan. Bi hezaran kesên ku guh nedan top û bomberdûmana dewleta Tirk, peyama da tevahî cîhanê ku wê dijî hemû êrîşa xaka xwe neterikînin.

Hevseroka TEV-DEM’ê Asya Abdullah a piştî meşê axivî, Efrîn ev ji mehekê zêdetire li dijî artêşa duyemîn a NATO’yê û komên din ên çete li ber xwe da û got: “Ev berxwedan bi serê xwe serkeftineke.” Abdullah bibîr xist ku dewleta Tirk li pey wê yekê ye ku projeya sîstema demokratîk a ku hemû pêkhate bi hev re dijî dike hedef û wiha anî ziman: “Hemû gelên Bakurê Sûriye li dijî van êrîşa li ber xwe dide.”

Asya Abdullah bal kişand ser berxwedana destanî ya niha li çeperan tê kirin û got: “Efrîn warê ciwanên qehreman e”, destnîşan kir ku dewleta Tirk agirbesta li Sûriye hatiye pêkanîn îxlal dike got: “Li Efrînê heta ku çeteyek tenê jî bimîne, wê li ber xwe bide.”