Cenazeyê 17 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ spartin axê
Bi hezaran welatiyên Bakurê Sûriyeyê cenazeyê 18 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ bi merasimekê bi heybet li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê.
Bi hezaran welatiyên Bakurê Sûriyeyê cenazeyê 18 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ bi merasimekê bi heybet li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê.
Bi hezaran welatiyên Bakurê Sûriyeyê ji bo veşartina 17 cenazeyê şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ li ber nexweşxaneya Efrînê kom bûn. Girseya gel dibin barîna baranê û dengên topbaran artêşa Tirk a dagirker de cenazeyê şehîdan wergirt.
Bi hezaran welatiyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sembolên Bakurê Sûriyeyê bilind kirin û bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Berxwedana Serdemê’ ber bi goristana Şehîd Avesta Xabûr a li gundê Keferşîlê yê bajarê Efrînê ve meşiyan.
Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û şervanan merasîmeke leşkerî li dar xist. Piştre Serokê Destya Parastinê Behcet Ebdo axivî û wiha got; “Hevgirtina pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê serketina Berxwedana Efrînê mîsoger kir û şervanên berxwedêr îro di roja 37’an de bi lehengî şer dikin. Welatiyên Efrînê wê heta dawiya dilopa xwîna xwe parastina xaka xwe bikin û wê Efrîn ji bo dagirkeran bibe goristan.”
Piştre darbestên şehîdan li ser milan hate kirin û bi tilîliyên dayîkan li goristanê hate veşartin.
Nasnameya şehîdan wiha ye;
“Şervanên QSD’ê: Kamîran Dawanûd (Aydil Efrîn), Hesen Elî (Şoreş Çiya), Farûq Ehmed (Zinar Meşalî), Ebdilhemîd Hemo, Esmer Mistefa Eyûb, Mistefa Ebû Umer (Xityar), Ehmed Esfer (Têr), Mistefa Miqriş (Farûq), Mihemed Xetîb (Mihemed Talib), Mihemed Osman (Birûsk Amanos), Hesen Heyatî, Heysem El-Ehmed.
Şervanên ji Hêzên Asayîşê: Fatme Ebdo (Rojvîn Çiya), Zên El-Abîdîn Camlîko, Îsmaîl Bakîr.
Şehîdên sivîl: Ebdilrezaq Îbrahîm û zarokê bi navê Îbrahîm Reşo.