Bi dehan wesayît ji pêşiya Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê ya li gundê Cezra ber bi gundê Ebû Xeşeb ê 40 km dikeve bakurê bajarê Dêra Zorê ve ketin rê û cenazeyê şehîd pêşwazî kirin. Piştî ku gel cenaze wergirtin ber bi Goristana Şehîd Xidir Hemada ve ketin rê.
Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre bi navê Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê û Rêveberiya Sivîl a Dêra Zorê, her wiha bi navê oldaran û hêzên leşkerî axaftin hatin kirin.
Di axaftina de hate gotin ku gelê Sûriye yek e, şehîdbûna Salim nîşana vê yekê ye.
Dîsa di merasîmê de nasnameya Şehîd Hisên El Hisên ku 19’ê Gulana 2017’an di Pêngava Bagera Cizîrê şehîd bibû, hate eşkerekirin.
Di dawiya merasîmê de piştî nasnameya şehîd hate xwendin û şûnde radestî malbatê kir û cenazeyê şehîd bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ spartin axê.