Li Efrînê di 24 saetên dawîn de 44 leşker û çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku di 24 saetên dawîn de li Efrînê bi kêmanî 44 leşkerên Tirk hatin kuştin û 2 wesayîtên dagirkeran jî hatin îmhakirin.

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawîn ê li Efrînê bi daxuyaniyekê eşkere kir.Daxuyanî wiha ye:

″EFRÎN

Ji saetên sibehê ve bajarê Efrînê yê ku hêzî 500 hezar kes lê dijîn, Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ′ê û El-Nusra bajêr bombe dikin.

ŞIYÊ

Hêzên me duh di saetên piştî nîvroj de li derdora gundê Çeqela erebeyeke artêşa Tirk şopand û kir hedef. Di encamê de erebe hat rûxandin û 3 çete hatin kuştin. Her wiha balefirên şer ên artêşa Tirk dem bi dem navçeyê bomberdûman dike.

ŞERA

Şerê ku ev 3 roj in li derdora gundê Omera di navbera hêzên me û artêşa dagirker didome, duh giran bû û heta saetên şevê dom kir. Di encamê de dagirkeran derbeyên giran ji destê şervanan xwarin. Hat tesbîtkirin ku 35 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin û erebeyeke leşkerî ya dagirkeran bi temamî hat rûxandin.

Her wiha ji şevê din ve, balefirên şer ên artêşa Tirk gundên Sinara û Anqeleyê bomberdûman dike.

CINDIRÊSÊ

Hêzên me şevê din li dijî dagirkeran çalakî li dar xistin. Di encamê de 6 çete hatin kuştin. Her wiha çalakiyek li dijî baregeheke çeteyên El-Nusra û DAIŞ′ê ya li derdora gundê Celemê jî li dar xistin û gelek çete hatin kuştin.

Her wiha balefirên şer ên artêşa Tirk dem bi dem vê derê bomberdûman dike.

Îro saet di 10′ê sibehê de jî, gundê Kefer Dele ji aliyê balafirên Tirk ve hat bombebarankirin.

EZAZ

Hêzên li derdora bajarê Ezazê jî çalakiyek li dijî dagirkeran li dar xistin. Di encamê de dagirkeran derbeyên giran xwarin.

RACO

Herêma Racoyê ji aliyê balefirên şer ên artêşa Tirk dem bi dem tê bomberdûmankirin.

MABATA

Balefirên şer ên artêşa Tirk dem bi dem Mabatayê jî bomberdûman dike.″