Cenazeyê şervanê Hêza Ewlehiya Hundirîn Elî spartin axê

Cenazeyê Endamê Hêza Ewlehiya Hundirîn a Reqa Mihemed Salîm Elî yê ku li herêma Mebûrka şehîd ketî li Reqa bi merasîmekê spartin axê.

Cenazeyê Endamê Hêza Ewlehiya Hundirîn a Reqa Mihemed Salîm Elî yê ku di roja 12’ê Nîsanê de li herêma Mebûrka şehîd ketî, bi tevlîbûna welatiyên herêmê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Sêvdar spartin axê.

Di merasîma bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpêkir de Fermandarê Hêza Ewlehiya Hundirîn Husam Xabûr axivî. Xabûr sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştî axaftinê cenazeyê şehîd bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ ve spartin axê.