Agahî ji 2 jinên ku çeteyan li Efrînê revandine nayên girtin

Ti agahî ji 2 jinên beriya 12 rojan ji gundê Şêxutka yê girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatibûn revandin, nayê girtin. 4 jinên dema ku şer dom dikir nekarîn derkevin, hatibûn revandin.

Êrîşên artêşa Tirk a ji 20’ê Çileyê ve ya li ser Efrînê dabû destpêkirin, bi awayê paqijkirina etnîkî û qirkirinê ve dom dike.

Endama Kongreya Star û rêveber Azîme û endama Dadgeha Sulhê Nezîre û du jinên ku navê wan nehatin zanîn beriya 12 rojan li gundê Şêxurtka ya girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê hatibûn revandin.

Ji du jinên hatibûn revandin vê sibê 2 hatin berdan,hê jî ji  jinên bi navê Azîme û Nezîre hê jî ti agahî nayên girtin.