Şopên êşkenceya li welatiyên Efrînê tê kirin!

Dîmenên êşkenceya çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ya li welatiyê Efrînê yê bi navê Alî Îbrahî kirin derketin holê.

Çeteyên artêşa Tirk ên bi hevkariya artêşa Tirk a dagiker ketin Efrînê, kiryarên xwe yên xespkirin, talan, dizî, revandin, êşkence û kuştinê didomîne.

Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a pêr avêtin ser mala Alî Îbrahîm ê li gundê Nisriye yê Cindirêsê. Di dema serdegirtinê de Îbrahîm ên ne li mal piştre li navanda navçeyê ji aliyê çeteyan ve hate destgîrkirin. Ajansa Mezopotamya xwe gihandin dîmenên êşkenceyê yê li Îbrahîm hate kirin. Li ser pişt û lingên Îbrahîm şopên êşkenceyê xuya dike.