Êzidiyên li Efrînê bi soza berxwedanê Çarşema Sor pîroz kirin

Êzidiyên li Efrînê li kampa Berxwedan daxuyaniyek dan çapemeniyê û cejna Çarşema Sor pîroz kirin. Êzidiyan soza berxwedan û azadiyê dan.

Êzidiyên li Efrînê ku ji ber êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê; DAÎŞ, El Qaîde û El Nûsra ji neçarî koçî herêma Şehbayê kirin, cejna Çarşema Sor pîroz kirin. Êzidiyan li kampa Berxwedan daxuyaniyek dan çapemeniyê û soz dan ku wê cih û warê xwe rizgar bikin.

Daxuyanî ji aliyê Komeleya Êzidiyan ve hate dayin. Gulê Cafer daxuyanî xwend û diyar kir ku wan Çarşema Sor her sal li Efrînê bi kêf û xweşî pîroz dikir, lê îsal ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê, ew Çarşema Sor bi xemgînî pêşwazî dikin.

Gulê Cafer diyar kir ku hêzên dagirker cejn li wan herimandine û kirine şîn. Gulê Cafer got, "Li dijî vê dagirkeriyê berxwedaneke mezin heye. Em pê bawer û piştrast in ku di ser pira ku vê berxwedanê afirandiye em ê li cih û warê xwe yê pîroz vegerin. Ji ber desteka Rûsyayê û bêdengiya raya giştî ya cîhanê, dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe Efrîn dagir kir. Komployên wiha êdî ji bo me ne tiştekî xerîb e. Ji ber ku ev ne komploya destpêkê ye ya navneteweyî li dijî Kurdan tê kirin. Lê ev roj jî wê bibihurin. Em ê bi berxwedana xwe pêşî li vê planê bigirin. Em careke din soz didin ku em ê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji ser axa xwe biqewirînin."

Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" û "Bijî berxwedana serdemê" hatin qîrîn.