Dewleta Tirk bi ‘xenîmet’ê meaşê çeteyan da

Hate gotin MÎT’a Tirk ji çeteyan re, ku ew şandibûn ser Efrînê gotiye, ‘’Xenîmetên ku we ji Efrînê rakiriye têra we û salekê heye’ û van 2 mehên dawî meaş nedaye çeteyan û ji bo vê jî çete ji rewşê aciz bûne.

Hate gotin ku ji ber ku dewleta Tirk meaşê komên çete, yên ku ji bermahiya El Qaîde, DAÎŞ û Nusra komî ser hev kiribûn nedaye, çete ji vê rewşê aciz bûne.

Li gorî agahiyan dewleta Tirk ev 2 mehên dawî ne meaşê çeteyan nedaye wan, her çendî nedana meaş bi krîza aborî ya Tirk ve û bi zêdebûna dolaran were gotin jî diyar  bû ku leşkerên Tirk û rayedarên MÎT’êji çeteyan re gotine, ‘’xenîmetên ku we ji Efrînê rakir têra we salekê heye.’’

Ji bo çeteyan ku hijmara wan bi texmînî 25-30 hezar  e û Serokkomarê Tirk Erdogan ji wan re ‘’Quwayî Milliye ya Sûriyê’ dibêje, her yeke 80-250 dolar meaş distînin.

Li gorî agahiyan ev du mehên dawî ne meaşên hin komên çete nadin wan, meşaên Tûgayên Siltan Murad û Siltan Abdulhamît, ku ji hêla MÎT’ê ve hatine avakirin têne dayin lê yên hin koman jî nadin.

Her wiha welatiyên Efrînê diyar kirin ku artêşa Tirk li navenda Efrînê û navçeyên wê, çete jî li gundan bi cih bûne û çeteyan bi gotina ‘Wê Efrînê ji me re nehêlin’ van demên dawî zêdetir talanê dikin.

Her wiha pişgtî ku bi peymana dewleta Tirk û Rûsyayê, ‘Di ber Efrînê de Xutaya Rojhilat hate valakirin’ çete û malbatên wan ên ku ji Xutaya Rojhilata derketin, dewleta Tirk ew bi otobûsan anîn û li navçe û gundên Cindirêsê bi cih kirin.