Rojnamegeriya Kurdî heta ku derê dibe bersiv?

Ew ê dûmanê çêdikin weke agirê pûş wê zû bişewitin û wê her ew kesên ku rast bi êş û azarên vî gelî diêşên bibîn in û bibin bersiv.

Ragihandin û çapemeniya Kurd heta ku derê li hember civakê berpirsyartî kir? Ev pirsek dûr û dirêj e, lêkolînek jê re pêwîst e. Lê mirov dema bi xetên qalind di salên dawî de bala xwe bide çapemenî û ragihandina kurdî li gorî pêşketinên civakê ragihandin lewaz ma ye. Berevajî wê diviyabû ragihandin li pêş bûya, lê ev yek nebû. Tevî vê yekê li rojavayê Kurdistanê di vî warî de kedek hatiye dayin û di oxira eşkerekirina rastiyê de gelek nûçegihan şehîd bûne.

Em ê jî hewl bidin di vê nivîsê de giraniyê bidin rojava, ji ber ev bû heft sal in guhartinên pir mezin li vî beşê Kurdistanê pêk hatine.

Di dema rejîma Baasê de ragihandin û çapemenî xeyal bûn. Bi navê ragihandinê tiştek nebû.

Piştî şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa ragihandinê jî dest pê kir. Bi dehan radyo, malper, TV, rojnameyên Kurdî derketin holê, lê dema em ragihandina Kurdî û ya cîhanê bînin ber hev, dîsa ya kurdî lewaz dibîne.

Em bi gihîştî niha ragihandina Kurdî li ser erdê binirxînin, her tim di bin bandora siyasetek teng dixebitin. Pir caran nûçeyên ku civakê parçe bike an berê wê bide rêyên çewt jî derdikevin ser ekranên kurdî di bin navê ragihandin azad e. Pir caran navê azadiyê jî xerab tê bi karanîn.

Li gorî ragihandina cihanê azadî wiha tê şîrovekirin: maf e, erk e û berpirsiyartî ye ji xeynî wê ti azadî nîn in.

Her kes dizane ku niha Rojava di qonaxeke pir hesas de ye. Ji aliyê aramî, civakî, çandî û siyasî ve ku heta niha şer nehatiye rawestandin di ber qirkirinê ve derbas dibe. Lê ev şer milê ragihandinê tenê nakeve. Divê sazî û dezgehên din bikevin vî barî û bibin bersiv. Ev pirs di mejiyê her kesê Kurd re derbas dibe: Ji vê qonaxê û civakê re ragihandin heta ku derê bûye bersiv?

Heta mirov bersiva vê pirsê bide divê lêvegereke cidî di nava ragihandinê hebe. Di vir de behsa ragihandina ku bi civakê diêşe û dixwaze bibe bersiv dikim. Lê heta niha di nav hewldanan de ma ye. Li gorî min divê qalibê nûçe û girtina nûçeyê, zimanê qebe li ber çavan were derbaskirin. Teknolojî pir bi pêş ketiye, êdî kes nikare nûçeyên dirêj an ku balê nekişîne bixwîne. Her kes berê xwe dide nûçeyên kurt û balê dikşîne. 

Di dawiyê de ez bawerim ku wê rojnamegeriya kurdî bi pêş bikevin. Ew ê dûmanê çêdikin weke agirê pûş wê zû bişewitin û wê her ew kesên ku rast bi êş û azarên vî gelî diêşên bibîn in û bibin bersiv. Ew jî li xwe ber çavan re derbas nekin wê her tim ragihandina Kurdî lewaz bibîne û xwe dubare bike ye.