Cenazeyê şehîda enternasyonalîst Çiya bi merasîmekê hate veşartin

Cenazeyê şervana YPJ’ê ya enternasyonalîst Lêgerîn Çiya ya bi merasîmekê ji aliyê welatiyên herêma Dêrikê ve li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hate veşartin.

Welatiyan cenazeyê şervana YPJ’ê ya enternasyonalîst Lêgerîn Çiya ya li bajarê Hesekê di encama qezayeke trafîkê de şehîd bûyî ji nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Dêrikê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Di merasîmê de li gel sedan gelê herêma Dêrikê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, Saziyên Civaka Sivîl û partiyên siyasî jî amade bûn.

Li goristanê merasîma bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre bi navê tugaya enteransyonalîstan Baramaz Hesinkar û Çiyager sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û gotin: ʺDema ku şehîd Lêgerîn felsefeya Ocalan a biratiya gelan û jiyana hevbeş nas kir, berê xwe da Bakurê Sûriyê û tevlî şoreşa parastina gelan bû.ʺ

Rêhevala şehîd Lêgerîn, Endama Navenda Jineolojî Ronahî Sozdar wiha got: ʺŞehîd Lêgerîn hat Rojava da beşdarî şoreşa azadiyê bibe. Lêgerîn soz da ku rûmeta tevahî mirovahiyê biparêze. Ez soz didim ku ez ê rêya şehîd Lêgerîn û tevahî şehîdên azadiyê bişopînim.ʺ

Piştre jî Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Mizgîn Ehmed axivî û wiha got: ʺDivê asta têkoşîna li dijî dagirkeriyê were xurtkirin. Şervanên YPG/YPJʹê bûne nasnameya gelên azadîxwaz.ʺ

Piştî axaftinan, Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameyên şehîdên Berxwedana Serdemê Sûzan Umer (Sarîna Zagros) û Evîn Mihemed (Alîf Dêrsim) eşkere kirin.

Nasnameya şehîd Lêgerîn hat xwendin û radestî dayîka wê hat kirin. Dayîka şehîd wiha got: ʺŞehîd Lêgerîn di jiyana xwe de her ji bo azadiya gelên bindest têdikoşiya. Ez bi şehadeta keça xwe serbilindim.ʺ

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi nava dirûşmeyên ʺŞehîd namirinʺ ve hate veşartin.