Artêşa Tirk li ser sînorê Rojava ciwanekî din qetil kir

Artêşa Tirk a dagirker ciwanekî ji bajarê Reqayê yê ku dema dixwest ji bo kar derbasî Bakurê Kurdistanê bibe li ser sînor qetil kir û cenazeyê wî avêtin aliyê Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ciwanekî ji bajarê Reqayê yê ku nasnameya wî nehate naskirin dema dixwest li nêzî gundê Idwaniyê ku 50 km dikeve rojavayê navçeya Serêkaniyê ya girêdayî Kantona Hesekê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, leşkerên Tirk ew girt û êşkence li wî kirin. Di encama êşkenceyê de ciwanê ji Reqayê jiyana xwe ji dest da. Leşkeran cenazeyê wî avêtin aliyê Rojavayê Kurdistanê.

Cenaze piştî çend rojan ji aliyê şêniyên gundê Idwaniyê ve hat dîtin û welatiyên gund cenaze rakirin nexweşxaneya Roj a navçeya Serêkaniyê.