Komên çekdar ên li kampa Yarmûkê teslîmî rejîmê bûn

Komên çekdar ên li kampa penaberan a Yarmûkê ya li nêzî paytexta Sûriye Şamê, ku Fîlîstînî lê dimînin, piştî bomberdûmana rejîmê teslîmiyet qebûl kirin.

Li gorî nûçeya Reutersê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî nêzî danûstandinên navbera rejîma Sûriyeyê û komên çekdar, komên çekdar teslîm bûne.

Komên çekdar wê ber bi hin herêmên li rojhilatê welêt ve bên şandin ku di kontrola DAÎŞ'ê de ne. Hinek jê jî wê ber bi bakurê rojhilat ê welêt ve bên şandin.

Rejîma Şamê beriya niha bi demeke kin, bi kontrolkirina Xota Rojhilat re pozîsyona xwe ya li dora Şamê xurt kir.

Rejîmê, beriya teslîmbûna komên çekdar bombe li Yarmûkê barandibû. Kampa Yarmûkê û qada El Ajdar ji aliyê çeteyên 'cîhadîst' û hin komên din ve bûbûn du parçe.

Çeteyên DAÎŞ'ê sala 2015'an ketibûn nava vê herêmê. Çeteyên DAÎŞ'ê hê li hin herêmên li Başûrê Şamê û çola li rojhilatê Sûriyeyê hene.