Cenazeyên şehîdên Efrînê hatin veşartin

Cenazeyê şervanên YPG’ê Bilind Şêxo (Alan Serêkaniyê) Ocalan Murad (Zinar Zagors) û Ehmed Efeş El Hemed ên di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bibûn bi merasîmekê li Serêkaniyê hatin veşartin.

Girseya gel cenazeyê hersê şervanên YPGʹê Bilind Şêxo (Alan Serêkaniyê), Ocalan Mûrad (Zinar Zagros) û Ehmed Efeş El-Hemed ji nexwşxaneya Roj a Serêkaniyê wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê, merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji aliyê şervanên YPGʹê ve destpê kir.

Piştre jî li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdilrezaq Ehmed axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û da zanîn ku van şervanan di oxira rizgarkirina welatê xwe de, bedelên giran dane ji bo rûmet û hebûna gelê xwe biparêzin, canê xwe feda kirine.

Bi nevê YPGʹê Azad Welat axivî û bal kişand ser berxwedan û têkoşîna şervanên YPG/YPJʹê ya li dijî êrîşên dijmin û soza parastina axa welat heta dawî da.

Dîsa di merasîmê de di axaftinên li ser navê malbatên şehîdan hate kirin de jî soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Piştî axaftinan, nasnemeyên cangoriyan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şervanan di nava tîlîliyên dayikan û dirûşmeyên ʺşehîd namirinʺ de hatin veşartin.