'Em rê nadin Osmaniya nû'

Platforma Bakûrê Sûriye ya ku bi tevlîbûna nûnerên civaka sivîl, partiyên siyasî û rûspiyên eşîretan ve bi daxuyaniyeke hevpar diyarkirin ku bi êrîşan re dewleta Tirk dixwaze Osmaniya nû pêk bîne û rê nadin vê.

Platforma partî, rêxistin siyasî û civakî yên Bakurê Sûriyê bi dirûşemeya "Berxwedana Efrînê wê dagirkeriya Osmanî ya nû li Sûriyê têk bibeʺ bi daxuyaniyeke hevpar ve bi dawî bû. Daxuyaniya hevpar ji aliyê Şêxê Eşîreta El Welda Hamîd El Efrec ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk bi hevkariya komên terorîst di 20`ê Çileya 2018`an de êrîşekî dijwar anîn ser kantona Efrînê, dixwestin bi rêya vê êrîşê Sûriyê parçe bikin û projeya demokratîk a çareserkirina aloziya Sûriyê têk bibe. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama êrîşên hovane de, bi bêdengiya navneteweyî re gelek komkujiyên wekî komkujiya Cilbera, Mabata Cindirêsê û hwd pêk hatin. Di van komkujiyan de 501 sivîl şehîd bûn, 797 sivîl ku piranî jin û zarok bûn birîndar bûne. Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser xerabkirina binesaziyan Efrînê û rûxandina saziyên wê û bi taybet dibistanan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî berxwedaniyeke bêhempa a 58 rojan ku ji aliyê şervanên YPG/YPJ û bi piştgiriya gelê Efrînê dewam kir. Dewamkirina bêdengiya navneteweyî ya debarê binpêkirinên dewleta Tirk û komên terorîst li Efrînê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê ji bo rê li pêşiya rijandina xwîna sivîlan bigre, di dîroka 16`ê Adarê de sivîl ji Efrînê derxistin û bi vê yekê re Berxwedana Serdemê kete pêvajoyeke nû.

Di daxuyaniyê de hatine bibîrxistin ku di encama êrîşên hovane de derdora 200 hezar ji şêniyên Efrînê xwe li Kantona Şehbayê bi cih bûne. Her wiha Kantona Şehbayê bi xwe pêwîstiya wê bi gelek tiştên xizmetguzarî heye û ev tişt hate gotin: ʺSivîlên Efrînê ku çûne Şehbayê di rewşeke zehmet de dijîn û pêwîstiya wan bi xwarin, vexwarin û şîrê zarokan heye.ʺ

Di dewama daxuyaniyê de bal hate kişandina ser bicihbûna gel û hate diyarkirin ku Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê û Şehbayê û bi destekdayîna gelên Bakurê Sûriyê wekî gaveke destpêkê du kamp(Berxwedan û Serdem) avakirin û derdora 100 hezar sivîl li wir bi cih kirin û pêwîstiyên sereke pêşkeşî wan kirin.

Di daxuyaniya Platforma Bakurê Sûriyê de hate destnîşankirin ku gelê Efrînê rastî qirkirina fîzîlî û çandî tê û ev yek jî sûcekî mirovahiyê ye û ev tişt hate gotin: “Tiştê ku li Efrînê rû da ne tenê li dijî gelê Kurd bû, armanca xwe dewamkirina projeya dagirkerî ya vegerandina sînorên Mîsaqî Milî ye. Em wekî gelê Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Turkmen û hemû gelên ku li ser vê erdîngariyê dijî li hemberî dijminekî hevbeş in ew jî dagirkeriya Osmanî ya nû ye. Ev dagirker dixwaze Sûriyê bike qada şer û Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe biguhre. ʺ

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku dagirkeriya Tirk dixwaze bi rêya avakirina meclîsekî sîxûr dagirkeriya xwe rewa bike û wiha dewam kir: ʺEm dibêjin ev meclîsa dagirkeriye û ev meclîsa xwîna gelê Efrînê firotiye.ʺ

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî, NY, Yekîtiya Ewropa-Komîseriya Bilind a Karûbarên Koçberan hate kirin ku bi erka xwe ya derbarê şêniyên Efrînê rabin û kampên şêniyên Efrînê wekî kampên girêdayî NY bidin naskirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Berxwedana Serdemê ku cîhan hemû hejand dewam dike û ew wekî gelê Ereb, Kurd, Suryan, Turkmen û Ermen ger ew ê hemû herêmên ku dewleta Osmanî ya nû dagir kiriye, vegerînin.

Di berdewama daxuyaniyê de banga teşhîrkirina kiryarên faşîzma Tirk, ji polîtîkeyên Tirkirinê, guhertina demografiya herêmê, hewldanên tinekirina nasnameya Kurdî û zimanê Kurdî hate kirin.

Her wiha bang li gelê Sûriyê hate kirin ku biratî û yekîtiya gelê Sûriyê xurt bikin û desteka madî û manewî pêşkêşî gelê Efrînê bidin. Her wekî din jî bang li civaka navdewletî hate kirin ku zext li rêxistinên navdewletî û saziyên neteweyên yekbûyî bike ku helwesta xwe ya derbarê binpêkirinên dewleta li Efrînê nîşan bide.