Cenazeyê şervanê YPG’ê Alan Hesekê spartin axê

Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Alan Hesekê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê.

Bi sedan welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed  Ayid (Alan Hesekê) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbe, ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û ber gotistana Şehîd Dijwar ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û piştre ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hat li darxistin. Piştre Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Esed axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Fermandarê YPGʹê Diyab Hesekê jî da zanîn ku cangoriyên azadiyê bi têkoşîna xwe rêya gelên bindest ronî kir. Diyab anî ziman ku çawa Reqa û Dêra Zorê ji DAIŞʹê hatin rizgarkirin wê Efrîn jî ji çeteyên dewleta Tirk were rizgarkirin. 

Piştre jî Hevseroka Meclîsa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso axivî û diyar kir ku şehîdên azadiyê ji bo azadiya gelan bedelên giran dan.

Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şervanê YPG’ê Alan Hesekê bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê hate veşartin.