YCR û YJC’ê dewreyeke nû ya perwerdê dan destpêkirin

Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) li Akademiya Şehîd Demhat a YCRʹê dewreyeke perwerdeyê ya bi navê Şehîd Selîm Xelef dan destpêkirin.

Dewreya bi navê ʺŞehîd Salim Xelefʺ li gûndê Til Xezal ê Kantona Kobanê bi beşdarbûna 37 ciwanan destpê kir.

Dewre wê 65 rojan dewam bike û waneyên siyasî, îdyolojî her wiha diroka jin wê bên dayîn.

Dewre bi deqeyek rêzgirtina bi giyanê şehîdan ve destpê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Yûsif Xelewî û Endama Rêveberiya Yekîtiya Jina Ciwan Medya Mihemed axivîn û vekirina dewreyê pîroz kirin.

Her wiha di axaftinên hatin kirin de bal hate kişandina ser girîngiya dewreyên perwerdeyê ya aliyên siyasî, bîrdozî û dîrokî.

Bavê şehîd Salim, Xelef Xelîfe jî axivî û diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û serkeftin ji endamên dewreyê re xwest.

Selîm Xelef 22’yê Sibatê li bajarê Dêra Zorê di dema êrîşa li ser sivîlên Bakurê Sûriyeyê de şehîd bibû.