10. Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê dewam dike

10. Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê dewam dike. Derhênerê navdar Ken Loach peyamek ji festîvalê re şand û festîval silav kir.

10. Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê bi galayekê dest pê kir ku gelek derhêner, hunermend û Kurdistanî lê amade bûn.

Festîvala ku wê heta 22'ê Nîsanê dewam bike, diyarî endamê Ragihandina YPG'ê Mehmet Aksoy hatiye kirin ku par meha Îlonê li Reqayê şehîd bû.

Di çarçoveya festîvalê de fîlm wê li 3 salên cuda yên Sînema Woodgreen Vue ya li bakurê Londonê, Sînema Dalston Rio û Zanîngeha SOAS'ê werin nîşandan.

KEN LOACH JI FESTÎVALÊ RE MESAJ ŞAND

Derhênerê navdar Ken Loach ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nekarî tevlî galayê bibe. Lê belê mesajek şand û işaret bi girîngiya festîvalê kir. Loach got, "Haya min ji tevkariya festîvalê ya li têkoşîna li Kurdistanê heye. Ji bo festîval bidome çi ji destê min bê dixwazim bikim. Ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikarim tevlî bibim. Ji dil dixwazim ku festîval timî serketî be."

BEŞDARÊN FESTÎVALÊ

Huseyin Tabak, Solîn Yûsûf, Mano Xelîl, Alî Kemal, Mehmet Salih Yildirim, Berrîn Çelîk, Sûat Ûsta, Îsmaîl Zagros, Mûrat Seven û şervanê berê yê YPG'ê yê Îngilîz Macer Guilford di festîvalê de derketin pêşberî sînemahezan.

Profesorê Zanîngeha Rohamptonê Michael Channen bû serokê jûrî yê festîvalê. Profesorê Amerîkî Karl Nahatra û ji Enstîtuiya Fîlm a British Simon Young jî cihê xwe di nava jûrî de girtin.

Di festîvalê de heta niha bi giranî fîlmên li ser şerê li Rojava û çîrokên penaberiyê hatin nîşandan.

Piştî her fîlmî, derhêner û lîstikvanên fîlm derdikevin pêşberî temaşevanan û bersivê didin pirsên wan.

Yek ji fîlmên ku herî zêde bal kişand, fîlmê "14 Temmuz" ê derhêner Haşim Aydemîr e ku li ser berxwedana 14'ê Tîrmehê ya li zindana Amedê çêkiriye.

Di festîvalê de "Being G" jî ku şehîdê YPG'ê Mehmet Aksoy dest bi çêkirina wê kiribû û ji aliyê hevalên wî ve hate qedandin wê roja 20'ê Nîsanê were nîşandan. Di festîvalê de wê ji bo bîranîna Aksoy 1. xelatên dokûmantera herî baş a Mehmet Aksoy werin dayin.

JÊDERK: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA