Li Minbicê tugaya leşkerî ya duyemîn hate avakirin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, tugaya leşkerî ya duyemîn a bi navê Şehîd Ebdo Doşka ava kir. 250 şervan di tugayê de cih digirin.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, tugaya leşkerî ya duyemîn a bi navê Şehîd Ebdo Doşka ava kir. 250 şervan di tugayê de cih digirin.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, piştî dewreya perwerdehiyê ya 45 rojan û şûnde Tugaya Leşkerî ya Şehîd Ebdo Doşka ava kir. Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Hemdan ê di merasîma tugayê de axivî got: “Kî bixwaze ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û êrîş bike, wê ciwanên Minbicê li dijî van gefan xaka xwe biparêze û van êrîşan vala derbixe.”
Bavê Şehîd Ebdo Doşka yê ku tugay li ser navê wî hate avakirin Şêx Îbrahîm jî di merasîmê de axivî û wiha got: “Eger em bixwazin layîqî keda şehîd û nirxên wan bibin, em ê xak xwe ji dagirkeran biparêzin.”
Merasîm bi dirûşma “Şehîd namirin” ve bi dawî bû.