Alîna Sanches û Anna Campbell hatin bîranîn

Enternasyonalîstên ji Arjantîn û Îngilîstanê Alîna Sanches û Anna Campbell li bajarê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê bi merasîmeke girseyî hatin bîranîn.

Enternasyonalîsta Îngilîz Anna Campbell (Hêlîn Qereçox) ku ji ber bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker li Efrînê şehîd bû û enternasyonalîsta Arjantînî Alîna Sanches ku 17'ê Adarê dema ji herêma Cizîrê diçû Hesekê ji ber qezaya trafîkê şehîd bû, li Rimêlanê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê ji aliyê Kongreya Star û Komîteya Tenduristiyê ya Rojava ve li Salona Çand û Hunerê ya Aram Tîgran hate organîzekirin. Dayika Alîna Sanches Patrîcîa Sanches, hevrêyên wê û gelek kes tevlî bûn.

Rêvebera Kongreya Star Medya Mûhammed li merasîmê axivî, işaret bi tevlîbûna Alîna û Anna li nava refên têkoşînê kir û got, wê xwedî li bîranîna wan derkevin.

Piştre sînevîzyona ji bo Anna Campbell û Alîna Sanches hatibû amadekirin hate nîşandan. Bi navê hevrêyên wan Şîlan Dag dûre axivî û got, "Sedemeke tevlîbûna wan a li nava refên YPJ'ê daxwaza wan a ji bo afirandina cîhaneke nû bû. Armancên Hêlîn hebûn, ji ber vê yekê ji Îngilîstanê hat Rojava. Li vê derê bi sedan enternasyonalîst têdikoşin. Hêlîn û Lêgerîn jî ji wan bûn. Ev şoreşger ji gelek welatên cîhanê hatine û bi têkoşîna şoreşgerî û azadiya mirovahiyê bawerin. Şehadeta wan ji bo me gelekî giran e. Em ê li ser şopa wan bin."

Bi navê koma enternasyonalên Jineolojiyê Şervîn Alman jî diyar kir ku wan bi berxwedana Kobanê û bajarên din dîtine ku azadiya jinê û sosyalîzm wê bi hev re biafirin.

Merasîm bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.