Cenazeyên ciwanên ku artêşa Tirk qetilkirin hatin dîtin
Şervanên YPG/YPJ’ê cenazeyên ciwanên bi navê Mecîd Mihemed Xenamî (28) û Ebdulhadî Mihemed Xenamî (29) ên ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatibûn qetilkirin, dîtin.
Şervanên YPG/YPJ’ê cenazeyên ciwanên bi navê Mecîd Mihemed Xenamî (28) û Ebdulhadî Mihemed Xenamî (29) ên ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatibûn qetilkirin, dîtin.
Ciwanên bi navê Mecîd Mihemed Xenamî (28) û Ebdulhadî Mihemed Xenamî (29)ên li gundê Sikerî yê Girê Spî, ev du hefte bû ti agahî jê nedihatin girtin. Şervanên YPG/YPJ’ê yên li ser sînor bi erka xwe radibûn, cenazeyên herdu ciwanan dîtin.
Hatibû ragihandin ku ciwan ji bo bixebitin berê xwe dabûn Tirkiyeyê û li ser sînor ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibûn qetilkirin, lê cenazeyên wan nehatibûn dîtin.
Cenazeyên ciwanan rakirin Nexweşxaneya Girê Spî.