QSD’ê komeke din a sivîlan ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) komeke din sivîl li herêma ku çeteyên DAÎŞ’ê lê tengav bûne rizgar kir û li herêmên bi ewle bi cih kir.

Nûçegihanên ANHA’yê yên li herêmê pêşveçûna şervanên QSD’ê dişopînin ragihandin ku li Baxozê komeke din a sivîlan ji çeteyên DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin. Di nûçeyê de hejmara sivîlan nehate diyarkirin. Hate ragihandin ku sivîlên ku di nava wan de jin û zarok jî hene li herêmên bi ewle hatine bicihkirin.

Li Baxozê ku herêmeke nîv kîlometre di destê çeteyan de maye, çete sivîlan ji xwe re dikin mertal. Ji ber hebûna sivîlan QSD’ê operasyona dawî de bi baldarî tevdigere.

NY: DAÎŞ DERKETINA SIVÎLAN ASTENG DIKE

Ji Berdevkên QSD’ê Mûstafa Balî ku ji AFP’ê re axivî got; “Beriya ku em operasyonan bikin em sivîlan dixwazin tehliye bikin.”

Komîserê Bilînd yê Mafên Mirovan yê Netewên Yekbûyî Mîchelle Bachelet diyar kir ku li herêmê jin û zarok jî di nav de nêzî 200 sivîl hene û DAÎŞ derketina gelek ji wan asteng dike.

YAN WÊ TESLÎM BIBIN YAN WÊ WERIN KUŞTIN

Çeteyên DAÎŞ’ê di rewşa heyî de tenê li hinek mal û tunelan de mane. Çete ji bo pêşveçûna şervanên QSD’ê asteng bikin mayînan li herêmê datînin.

Balî diyar kir ku tenê du hilbijartinên çeteyan hene û got; “Yan wê teslîm bibin yan jî wê di şer de werin kuştin.”