Roja yekem a Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn bi dawî bû

Rûniştina roja yekem a Duyemîn Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn a li Kobanê hate kirin bi dawî bû.

2. Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn li Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê dest pê kir. Konferans bi şiyara "Bi pêşengiya ciwanan ber bi Rojhilata Navîn a pir reng û demokratîk ve" pêk tê û tevî çar parçeyên Kurdistanê ji Sûriye, Iraq, Urdun, Lubnan, Fîlîstîn, Lîbya, Ermenîstan, Misr û Tiriyeyê zêdeyî 300 delege tevlî bûne. Ji Tûnis, Yemen, Efrîka Başkr û Sûdanê jî delege wê bi rêya skype tevlî bibin.

Rûniştina yekem a konfernasa ku wê 3 rojan bidome bi sînevîzyoneke li ser ‘Li Rojhilata Navîn ciwn û berxwedana gel’ bi dawî bû.

Bernameya roja yekem a konferansê:

Roja destpêkê

Saet 09.00
- Komîteya Amadekar wê silavê bide mêvan û delegeyan
- Deqeyek rêzgirtinê

Saet 09.15
- Axaftina destpêkê - Komîteya amadekar

Saet 10.30
- Peyamên partî û rêxistinên beşdar

Saet 13.00
Navbera nîvro

Saet 14.00
- Sînevîzyona li ser berxwedana gel û ciwanên Rojhilata Navîn

Saet 14.30 – 17.30
- Nîqaşên li ser rewşa siyasî