Cenazeyê şehîd Dilovan bi merasîmekê hate veşartin

Welatiyên Minbicê cenazeyê şervanê Hêzên Taybet yê Meclîsa Leşkerî ya Mnbicê Îhab Hemed Abdullah bi merasîmekê li goristana şehîdan a bajêr veşartin.

Bi sedan welatiyên Minbic û gundewarên wê cenazeyê şervanê Hêzên Taybet yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îhab Hemed Abdullah (Dilovan) ku 16‘ê Sibatê li navçeya Eyn Îsayê dema bi erka xwe radibû, şehîd bûbû ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a bajêr ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin û piştre merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê fermandar Îbrahîm Hemdan axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got; “Şehîd Dilovan qehremanê rastegîn e ku canê xwe ji bo xizmeta civakê feda kir.”

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbic û gundewarên wê endama meclîsê Henadî Mihemed, li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ya Minbic û gundewarên wê Serokê Navenda Karûbarên Olî Elî Cemîlî, li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Farûq El-Maşî axivîn û sersavî ji malbata şehîd re xwestin. Qisekeran soza şopandina rêya şehîdan û banga xwedî derketina li nirxên şehîdan kirin.

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şehîd Dilovan li goristanê veşartin.