Ciwanên Rojhilata Navîn li Kobanê têkoşîna hevpar nîqaş dikin

Bi sedan ciwan li Kobanê di Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn a 2’emîn de hatin ba hev û têkoşîna hevpar nîqaş dikin.

Li Kobanê Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn a 2’emîn hate lidarxistin. Konferans bi axaftina destpêkirinê ya komîteya amadekar û bi peyamên rêxistinên ciwanan didome.

Konferans bi şîara ‘Bi pêşengiya ciwanan ber bi Rojhilata Navîn a pirreng û demokratîk’ didome . Ji çar parçeyên Kurdistanê, Sûriye, Iraq, Urdun, Lubnan, Filîstîn, Lîbya, Ermenistan, Misir û Tirkiyeyê 300 ciwan tevlî konferansê bûn.

Delegeyên ji Tûnûs, Yemen, Efganistan, Afrîkaya Bakur û Sûdanê jî wê bi rêya skype tevlî konferansê bibin.

Hin delegeyên ku ji welatên hatin jî, ji ber ku Sûriye û Hikumeta Herêma Kurdistanê ew asteng kirin, nekarîn tevlî konferansê bibin.

Li ser navê Komîteya Amadekar, Harûn Apoyî bi silavkirina delegeyan dest bi axaftina xwe kir.

JI BO CIWANÊN ROJHILATA NAVÎN GAVEKE GIRÎNG

Harûn Apoyî diyar kir ku konferans ji bo ciwanên Rojhilata Navîn gaveke girîng e û bal kişand ser vî tiştî ku konferansa pêşîn di sala 2015’an de li Amedê hatibû lidarxistin. Apoyî got ku, “Vê konferansa îro ya li vê derê, ji bo dahatûya Rojhilata Navîn gaveke dîrokî ye. Di heman demê de gelekî watedar e ku li Bakurê Sûriyeyê gaveke wisa tê avêtin. Ji ber ku li vê derê gelê Kurd tevî ciwanên gelên herêmê xwe feda kirine û ev ax rizgar kirine.”

TÊKOŞÎNA JI BO ÇARESERIYA DEMOKRATÎK

Li ser navê Komelê Ciwanan Rustem Dilşad jî diyar kir ku di şoreşa Rojhilata Navîn de rola pêşeng a ciwanan e û diyar kir ku di warê siyasî, civakî û çandî gelek guherîn hatine kirin. Dilşad got ku, “Ciwan ne bi tenê li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn jî pêşengiyên mezin kirin. Çend sal berê Rêbertiya me ji bo pêkanîna konferanseke wisa, pêşniyazên xwe kiribû. Em bawer in ku ew ê ciwanên Rojhilata Navîn hemû kêşeyan çareser bike û ew ê tevkariyê li çareseriya demokratîk a welatên xwe bikin.”

LI ROJHILATA NAVÎN MÎRATA BERXWEDANEKE BÊHEMPA HEYE

Piştî Dilşad li ser navê Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk Ehmed Osman jî çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir. Osman got ku, “Li Rojhilata Navîn a ku dergûşa şaristaniyê ye, krîzên mezin pêk tê. Lê li Rojhilata Navîn mîrateke mezin jî heye. Em ciwanên Rojhilata Navîn hêza lokomotîf in.”

LÊGERÎNA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ PERGALA KAPÎTALÎST Û REJÎMAN

Li ser navê ciwanên Fîlîstînê Nadya Mehmûd jî diyar kir ku ew li hemberî pergala kapîtalîst û rejîman li rêya çareseriyê digerin û got ku “Em li hemberî pergalên kapîtalîst û rejîman ji bo rêyên çareseriyê hatine vê derê.”

Konferans piştî nîvro, wê bi sînevîzyona li ser berxwedanên gel ên li Rojhilata Navîn û bi nîqaşên rewşên siyasî bidome.