HRE: Li Efrînê leşkerek û 3 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên wan ên li Efrînê de leşkerek û 3 çete hatine kuştin.

Çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn û derdora wê didomin.

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyan daxuyaniyek nivîskî da û got; “Roja 17’ê Sibatê şervanên me li dijî komeke çeteyên Firqet el Hemzat ku di navbera gundên Kurzêlê û Basûtê yên girêdayî Efrînê bicîh bûbûn, çalakiyeke bi bandor li dar xistin. Di vê çalakiyê de di navbera hêzên me û çeteyan de şer qewimî. Di encama şer de de 3 çete hatin kuştin û 5 çete jî birîndar bûn.

Li aliyê din me di daxuyaniya xwe ya 18’ê Sibatê de diyar kiribû ku, roja 17’ê Sibatê şervanên me li navçeya Bilbilê ya Efrînê li dijî seyareyeke dewriyeyê ku leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker tê de bûn, çalakiyeke sabotajê lidar xistine û encama çalakiyê de leşkerek û 2 çete bi giranî birîndar bûbûn. Hat zanîn ku leşkerê bi navê Umut Oznûroglû ku bi giranî birîndar bûye di roja 18’ê Sibatê miriye.”