Yûsif: Ya ku dawî li DAÎŞ’ê anî îtifaqa gelên herêmê ye

Foza Yûsif a tevlî 2. Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn a li Kobanê bû got: “Eger ku îro dawiya çeteyên DAÎŞ’ê hatiye, ev encama îtifaqa gelên li herêmê ye.”

Şêwirmenda Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Foza Yûsif, Berdefkê YPG’ê Nûrî Mehmûd, endam Fermandariya YPJ’ê Amed Kendal ên tevlî rûniştina siyasî ya 2’emîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn a li Kobanê hate lidarxistin bûn, axivîn.

Di rûniştinê de Foza Yûsif axivî û bal kişand ser krîzên li Rojhilata Navîn û çareseriyên wê û da xuyakirin ku li Rojhilata Navîn her demê li dijî zilmê û rejîmê berxwedan kiriye û her demê pêşengtiya berxwedanê jî ciwanan kiriye.

Yûsif domdarî got: “Me hemûyan bi hev re şahidiya zilman DAÎŞ’ê ya ku di nava van çend salên dawî de ku xwestin li herêmê bê kirin, dît. Lê bi pêşengtiya we ciwanan berxwedan hate kirin. Eger ku îro dawiya DAÎŞ’ê hatibe, ev bi îtifaqa gelên li herêmê pêk hatiye. Eger ku îro hûn ciwan ji pêkhate û neteweyên cuda li vir kom bûne, ev bi encama lehengiya yên berî we mil bi mil têkoşîn kiriye.”

 ‘QSD DERBÊN DAWÎ LI DAÎŞ’ DIDIN’

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd jî axivî û destnîşan kir ku zarokên gelên herêmê derbên herî dawî yên xurt li çeteyên DAÎŞ’ê didin. Mehmûd got, hêzên YPG’ê bi ruhê ciwaniyê berdêlên mezin didin û parastina gelên herêmê li ser milê xwe girtine. Mehmûd got: “Bi hêviya ku encamên ji vê konferansê derbikevin bibe parçeyek ji berxwedana li vir tê kirin. Em bê ku cudahî bêxin nava reng, netew, ol û pêkhateyan ji bo gelên Rojhilata Navîn her demê ala têkoşînê li destê ciwanan e.”

‘JINAN JI BO AZADIYÊ HERÎ ZÊDE TÊKOŞÎNA MEZIN KIRINE’

Endama Fermandariya YPJ’ê Amed Kendal jî diyar kir ku her demê jin di dîrokê de bûye beşê herî zêde zext û zilm lê hatiye kirin û got: “Ji bo azadiyê herî zêde jinan têkoşîna mezin kiriye. Têkoşîna şoreşgerî ya ku bê hejmar a li Rojhilata Navîn hatî dayîn mînakên vê ne. Bi hêviya ku ev konferans bibe bingehê bilindkirina têkoşînê.”