Şervanên QSD'ê bi dehan sivîl ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin

Çeteyên DAÎŞ'ê li qadeke biçûk a gundê Baxozê yê Dêra Zorê asê mane. Çeteyên ku dixwazin ji şervanên QSD'ê birevin, sivîlan ji xwe re dikin mertal.

Çeteyên DAÎŞ'ê yên li gundê Baxozê yê Dêra Zorê li cihekî ji 700 metreyî asê mane, sivîlan ji bo xwe weke mertalên zindî bi kar tînin.

Çeteyên DAÎŞ'ê ku zanin şervanên QSD'ê sivîlan nakin hedef, li kampa ku ji sivîlan ava kirine mirovan ji xwe re dikin mertalên zindî.

Tevî hemû lîstikên çeteyên DAÎŞ'ê jî şervanên QSD'ê bi operasyonên taybet sivîlan rizgar dikin. Şervanan doh nava rojê bi operasyonên taybet bi dehan sivîl rizgar kirin ku bi giranî jin û zarok in.

JIN Û ZAROKA WÊ KU 4 SALAN BI ÇETEYÊ DAÎŞ'Ê RE MA, HATIN RIZGARKIRIN

Di nava sivîlên hatin rizgarkirin de jineke 25 salî ya bi navê Lîse Vaûdoûr û zarokeke wê jî hene.

Lîse Vaûdoûr bi rêya înternetê endamekî DAÎŞ'ê nas dike, di ser Tirkiyeyê re tê Hamayê û piştre bi çeteyekî re li vî bajarî bi cih dibe. Piştî ku du salan li Hamayê ma, du salên xwe yên dawî jî li Dêra Zorê derbas kir.

Laûdoûr diyar dike ku ji ber hatiye rizgarkirin ew kêfxweş e, lê li ser hevserê xwe ku çeteyê DAÎŞ'ê ye naaxive.