Cenazeyê şervanê QSD’ê Ebdulkerîm li Reqa hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Ebdulkerîm El-Rehîl (Amargî) ê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, li Reqayê hate veşartin.

Girseya gel cenazeyê şehîd ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Raqayê wergirtin û li goristana Şehîdan a li gundê El-Hikûmiye spartin axê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ya leşkerî ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve destpê kir.

Di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin. Li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Reqayê fermandar Loqman Reqa û li ser navê Meclîsa Gundewarên Bakurê Reqayê Ebdulsemed El-Ehmed, axivîn.

Kesên axivîn sersxî ji malbata şehîd re xwestin û berxwedana efsanewî ya şervanên QSD‘ê ya li hemberî artêşa Tirk a dagirker silav kirin. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd ji aliy endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Emîna El-Elî ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Şêniyan cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan de hate remî