Şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin

Şervanên QSD’ê Welîd Xalid (Welîd Hesekê) û Mihemed Salih (Hemê Reş) yên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûn li Amûdê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo bi merasîmekê bi heybet cenazeyê şervanê QSD`ê Welîd Xalid (Welîd Hesekê) û Mihemed Salih (Hemê Reş) ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne li Goristana Şehîd Îsmaîl veşart.

Şêniyan cenazeyê her du şehîdan ji Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê wergirtin û ber bi goristanê ve meşiyan.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê ji fermandarên QSD`ê Şîlan Elend axivî û îşaret bi rola têkoşîna şêniyên Bakur û Rohilatê Sûriyê di parastina ewlehî û aramiya herêmê de kir.

Şîlan diyar kir ku gelek hewldan li dijî gelên herêmê hatin kirin, armanca wan ku îradeya gel bişkînin û aramî û ewlehiya herêmê tevlîhev bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Lê hemû hewldanên dagirkeran û hewldanên dewleta Tirk têk çûn. Me çawa DAIŞ`ê têk bir em ê çeteyên Tirkiyê têk bibin."

Paşê wesîqeta şehadeta her du şehîdan ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbatên wan hat kirin. Di dawiyê de cenazeyê her du şehîdan di nava tilîlî û dirûşmeyên dilsozya bi şehîdan re hatin veşartin.