Şervanê QSD’ê li Til Hemîsê bi merasîmeke girseyî spartin axê

Cenazeyê şervanê QSD’ê Merwan Xelif (Ceger Qamişlo) ê di Berxwedana Rûmetê ya li dijî dagirkeriya Tirk de şehîd bûbû, li navçeya Til Hemîs a Herêma Cizîrê bi merasîmeke girseyî spartin axê.

Merwan Xelif di 11’ê Cotmehê de di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bû.

Bi hezaran welatiyên Til Hemîs tevlî merasîmê bûn. Fermandarê QSD’ê yê navçeya Til hemîs Hec Ehmet Kerta axivî û got: “Ji bo rizgariya ji DAÎŞ’ê Emerîka xwe li me stirand. Ji ber ku ji derveyî me ti hêzek din nebû ku DAÎŞ’ê têk bibe. Dewleta Tirk dixwaze bi desteka Emerîka herêmên me dagir bike.”

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Cizîrê jî Îdan El-Efînî jî axivî û bêy şehîd bê ddayîn ti berdêlek nayê bidestxistin.

Piştî nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin û şûnde cenazeyê şehîd bi dirûşman spartin axê.