Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê Telet Yûnis li navenda meclîsê ya li kantona Hesekê daxuyanî xwend.
Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê wiha ye:
‘22 JÊ ZAROK 235 SIVÎL HATIN QETILKIRIN’
“Tevahî cîhan êrîşên dijminahiyê yên li dijî bajar û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ewle û têde şêniyên sivîl bi hemû pêkhateyên xwe hene yên ji hêla dewleta Tirk û komên çete yên ji herêmên Idlib, Efrîn, Ezaz anîne û yên ku bi binpêkirinên xwe ji tevahî qanûnên hiqûqû û exlaqî li wan herêmên dagirkirî li gorî raporên rêxistinên hiqûqî yên sivîl û fermî tên nasîn, dibînin. Bi wê re jî zêdetirî 300 hezar koçber bûn. Zêdetirî 235 sivîl jê 22 zarok , şehîd bûn. Her wiha 677 birîndar hene. Bi dehan şehîd jî di bin kavilan de û li rexê jî di hundirê bajarê Serêkaniyê yê dorpêçkirî û gundewarên wê de bi dehan birîndar hene.
Di 17.10.2019’an cîgirê serokê Amerîkayê Make Pence ji paytexta Tirkiyê Enqereyê ve peymana ku bi hikumeta Tirkiyê re hatiye lihevkirin, ragihand. Li gor wê divê şer bi dema 120 saetan rawest û piştre agirbesteke daîm pêk bê. Li gor wê jî QSD’ê tevî Rêveberiya Xweser da ku parastina sivîlan bê kirin û tu karasetên mirovî pêk neyên ku dijminatiya Tirkiyê êrîşan berdewam bike, peyman pêwaz û qebûl kir. Ew jî heke dijminatiya Tirk li gor agirbestê tev negerî, dê parastina xwe ya rewa pêk bînin. Piştî 2 roj ji agirbestê drebas bûn ku QSD’ê ji aliyê xwe li gor wê agirbestê ye, lê hê jî artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe yên dijwar bi tevahî çekên giran û balafiran li dijî bajarê Serêkaniyê û derdora wê bi hedefa qirkirina gelan, ranewestanine.
Ta niha topbaran berdewam e. Piştî ragihandina agirbestê û derbasbûna 2 rojan di ser re 17 şehîd û 24 birîndar hene û gelek şehîd jî di encama bombeberana balafir û topavêjên Tirkiyê di bin eqazan de ne. Ji lew re tîma rizgarkirinê nikare xwe bighîne devefrên wêrankirî, da ku cenaze û birîndaran rake. Ew jî bi sedema hedefgirtina artêşa Tirk a tîmên tenduristî û tîmên rizgarkirinê. Hê jî bajar dorpêçkirî ye.
Li ser vê bingehê, bang li wijdan û demîrê cîhanê ya azad, civaka navdewletî, NY’ yê û DYA’yê ku navbeynkarî agirbestê ye, dikin ku li gor agirbestê fişarê li dewleta Tirk bikin ku êrîşên xwe li dijî sivîlan rawestîne û neçarî pêkanîna peymana agirbestê bikin ku xwînrijandina ku hê jî diherike, raweste."