Li gundê Tirkmenan sivîl hatin qetilkirin!

Komên çeteyên dewleta Tirk li herêma Girê Spî li gundê Dadat ê ku piraniya wan Tirkmen in, gelek sivîl qetil kirin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê komên çeteyan ên dewleta Tirk a dagirker qetlîameke din kirin.

Li gundê Dadatê ya ku bêtir Tirkmen lê dijîn, gelek sivîl hatin qetilkirin. Ev gund li rojhilatê Girê Spî ye.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine stendin dewleta Tirk a dagirker li gundê El Deîf ê Eyn Îsayê jî gel dide koçkirin û dest datîne ser mal û milkên wan.

Dewleta Tirk di 9’ê Cotmehê de êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribû. Ligel ku hefteya borî di navbera Tirkiye û DYE’yê de peymanek hate çêkirin jî dewleta Tirk li gorî agirbestê tevnagere û êrîşên xwe didomîne.

Li gorî bîlançoya Rêveberiya Xweser herî kêm 22 zarok bi giştî 250 sivîl hatine qetilkirin, 677 sivîl jî birîndar bûne. Ji ber van êrîşan 300 hezar kesan jî ji warên xwe koç kirin.