Şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin

Li Kantona Kobanê cenazeyê 3 şervanên QSD’ê yên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, bi merasîmeke bi heybet ve hatin veşartin.

Cenazeyê şervanên QSD’ê Cîhan Hemû (BAhoz Aşmî), Kênco û Weysî Oso yên di Berxwedana Rûmetê ya encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûbûn bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle hatin veşartin.

Merasîm li Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê pêk hat. Li ser navê Koordînasyona Kongreya Star şaxê Kobanê Elmaz Rûmî axivî û got artêşa Tirk li beramberî berxwedana şervanên QSD`ê şikest û dest bi bikaranîna çekên qedexe kir.

Elmaz Rûmî helwestên civaka navdewletî li dijî dewleta Tirk ku tenê li ser asta daxuyaniyan in, şermezar kirin.

Her wiha endamê Rêveberiya Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoca têkildarî muzakereya di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê de axivî û got berê û niha jî ew bang li rejîma Sûriyê dikin ku parastina sînorê Sûriyê bike.

Her wiha Xoca got civaka navdewletî pêk ve wekî ku berê bûn şahidên şerê li dijî DAÎŞ`ê, niha jî dibin şahidên berxwedana li dijî şerê hovane yê ku li Serêkaniyê rû dide.

Bavê şehîd Weysî Osê ku ji got: “Em di berxwedana xwe de bi israr in. Em ê bi ser bikevin wekî ku li Kobanê em bi saya vîna xwe bi ser ketin.”

Bavê şehîd Weysî Osê di dawiya axaftina xwe de îşaret bi berxwedana ku şervanên QSD`ê li dijî artêşa Tirk di Berxwedana Rûmetê de didin nîşandan, kir.

Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên şehîdan kirin. Paşê şehîd hatin oxirkirin.