Şehîdên Rûmetê bi merasîmekê spartin axê
Şehîdê Berxwedana Rûmetê Welat Elî (Devrîm Botan) û Xelef Wilo (Serhed Berkevirê) bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî spartin axê.
Şehîdê Berxwedana Rûmetê Welat Elî (Devrîm Botan) û Xelef Wilo (Serhed Berkevirê) bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî spartin axê.
Bi sedean şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyên şervannê QSD’ê Welat Elî (Devrim Botan) û Xelef Wilo (Serhed Berkevirê) yên ku di Berxwedana Rûmetê ya li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li bajarê Kelha Berxwedanê Serêkaniyê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî spartin axê.
Cenazeyên şehîdan ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê hate wergirtinû ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û piştre bi navê Kongre Star Edalet Umer axivî û sersaxî ji malbatên têkoşeran xwest û got: "Tevî ku artêşa dewleta Tirk a dagirker tevahî çekên giran û qedexekirî bi kar tîne, lê vîna me xurt e û naşike."
Edalet bi domdarî got: "Dîrok ji nû ve li Rojava bi xwîna şehîdên mîna Welat û Xelef tê nivîsandin. Soz didin ku li ser rêça wan heta pêkanîna armancên wan, bimeşin."
Piştî nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin û şûnde şehîd bi dirûşman spartin axê.