Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku çalakiyên hêzên wan ên li dijî leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê dewam dikin. HRE’yê ragihand di çalakiyên tolhildanê yên 18’ê Cotmehê li Efrînê hatin kirin de bi kêmanî 10 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatine kuştin.
HRE’yê li ser çalakiyan ev agahî parve kir:
“Di çarçoveya rêzeçalakiyên tolhildanê yên hêzên me ya di dîroka 18’ê Cotmeha 2019 ku li navçeyên Şêrawa û Şera yê girêdayî Efrînê li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de hatiye lidar xistin de:
18’ê Cotmehê li gundên Meryemîn, Enabkê û Malikiyê yên girêdayî navçeya Şera hêzên me li dijî 2 baragehên artêşa Tirk a dagirker çalakiyên sabotajê lidar xistin. Di encamê de leşkerekî artêşa Tirk hate kuştin, 3 leşker birîndar bûn û 2 wesayîtênleşkerî hat derb kirin
Heman rojê li gundê Basûtê û Cebel Ehlam yê girêdayî navçeya Şêrawa hêzên me ji du baskan ve li dijî 2 bendên kontrolê ye girêdayî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyên bi bandor lidar xistin. Di encamê çalakiyan de 9 çeteyên dagirker hatin kuştin, hejmarek birîndar bûn her wiha 2 wesayîtên leşkerî yên bi cûreya toyota û wesayîta sarinca mazotê hatin rûxandindin.
Herwiha piştî ku hêzên me li van herêman çalakiyan li ar xistin, artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şewarixa û Malikiyê yê girêdayî Şera û gundên Soxanekê, Bênê her wiha Aqîbê bi dijwarî topbaran kirin û balafirên keşfê jî li ser van herêman digeriyan."